Kombenda Efrîn a Civakî şevbuhêrkek li ser foklora Efrînê li dar xist

Kombenda Efrîn a Civakî şevbuhêrkeke li ser çand û koklora Efrînê li dar xist. Şevbuhêrk bi beşdariya bi dehan koçberên Efrînê li Navnda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Destpêka şevbuhêrkê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û nivîskar û dîroknasê Kurd Ebdullah Şikakî ji ber keda wan a di xizmeta doza Efrînê de, ji aliyê Kombenda Efrîn a Civakî ve hatin xelatkirin.

Piştre Koma Hurî ya Stranan a girêdayê Kombenda Efrîn a Civakî stranên gelêrî yên Efrînê û stranên hunermendên navdar ên Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah stran gotin.

Mûzikjen Îsamîl Şenikî li zirinê da û dayikan jî xwarinên gelêrî yên Efrînê çêkirin.

Şevbuhrêk bi nîşandanên awazên efrînî bi dawî bû.

Back to top button