Hêzên Asayişê li bajarê Hesekê gelek şebekeyên şilandina mirovan girtin.
Li Kantona Dêrazorê jî 3 mayîn hatin rakirin.
Her wiha li Kantona Tebqayê Hêzên Asayişê Gelek firoşkarên narkotîkê girtin
Hêzên Asayişê yên hêrêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê gelek şebekeyên ku karê şelandina mirovan dikirin girtin.
Di derbarê mijarê de Hêzên Asayişê ragihand ku gelek şebekeyên şelandinê li ser rêyên gundewarên bajarê Hesekê bi operasyonek taybet hatin girtin.
Van şebekeyan gelek motorsklêt, pere, erbe, amûrên peywendiyê û keriyên pez di bin gefkirina çekan de ji şêniyan distandin.
Her wiha tiştên bi wan re jî hatin desteserkirin.
Li Tebqayê gelek firoşkarên narkotîkê hatin girtin
Her wiha li Kantona Tebqayê jî Hêzên Asayişê gelek firoşkarên nakrotîkê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê ragihand ku 30’ê Gulanê gelek firoşkarên nakrotîkê li deverên cuda yên Kantona Tebqayê girtine.
Navendê diyar kir ku piştî xebatên şopandinê, firoşkar di kemînan de hatine girtin û madeyên bi wan re hatin desteserkirin.
Navendê destnîşan kir ku kesên hatine girtin, di lêpirsînan de li xwe mikur hatine û piştî bi dawîkirina xebatên lêpirsînê sewqî dozgeriya giştî hatine kirin.



