Em ber bi hilbijartinên şaredariyên herêmê ve diçin.
Ji bo wê, namzetên hilbijartinên şaredariyan, propagandaya xwe ya ji bo hilbijartinan didomînin.
Namzetan li bajarên Dêrik, Çilaxa û Minbicê belavokan belav dikin.
Tê payîn ku hemle heta 10’ê Hezîranê berdewam bike.
Namzetên Hevbendiya Gelan û Jinan a ji bo azadiyê, li bajarê Dêrikê kom bûn û belavokên xwe belav kirin.
Tê payîn ku ev çalakî wê heta 10’ê Hezîranê berdewam bike.
Hevbendiyê danasîna bernameya xwe li bajarê Çilaxa jî pêk tîne û piştî li bajêr bi dawî bikin wê derbasî gundan bin.
Her wiha Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyê ku 12 namzetên wê hene, danasîna bername û namzetên xwe bi şêniyan re didomîne.
Li şêniyên bajarê Minbicê jî belavok tên belav kirin.



