Îro Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekem rûniştina rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir.
Li gorî biryara Dadgehê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem rûniştinê hatiye diyar kirin.
Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen derbarê doza muwekîlê xwe de axivî û wiha got:
“Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin.
Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”
Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen ev tişt anî ziman:
“Silêman Ehmed bi sûcê xirakirina ewlekariya Başûrê Kurdistanê tê darizandin.”
Rojnamevan Silêman Ehmed 220 rojin di girtîgehên PDK ‘ê de ye



