Di girtîgehên Tirkyê de girtiyên nexweş ji mafê jiyanê tên dûrxistin.
Hevseroka Matuhayder‘ê Dîlek Sonmez Demîr bertek nîşanî polîtîkayên qirkirina li dijî girtiyên nxweş da û wiha got: destilata AKP û MHP’ê dixwaze bi riya çewsandina mafê girtiyan îradeya gelê kurd tune bike.
Girtîgehên Tirkiyê bûne navenda binpêkirinên mafan.
Mafê jiyanê yê hezar û 564 girtiyên nexweş ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) bi rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” tê binpêkirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022’yan de 78, di sala 2023’an de 42 girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.
Bangewazî û çalakiyên ji bo berdana girtiyên nexweş tên lidarxistin wek nedîtî tên destgirtin.
Hevseroka Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (Matuhayder) Dîlek Sonmez Demîr, têkildarî binpêkirina mafan ên girtîgehan û polîtîkayên dubendî yên desthlatê axivî.
Dîlek bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş di zindanên Tirkiyê de û wiha got:
Hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ji mafê jiyanê hatine dûrxistin.
Gelek ji wan nikarin bi tena sere xwe pêdiviyên xwe çareser bikin.
Mafê girtiyane ku bên dermankirin lê li nexweşxaneyan bi guman jiyana xwe ji dest didin.
Ma desthilat van nabîne.
Dîlek Sonmez diyar kir ku Desthilat dixwaze bi riya binpêkirina mafê girtiyên siyasî çavê gelê kurd bitirsîne.
Bi armanca tunekirina hêvî û îradeya gelê kurd girtiyên siyasî û yên nexweş ji hemû mafê wan dûr dixin.
Diyare û li ber çavê herkesî ye lê bê dengî dewam dike.
Ti kes êşa girtiyan û nejî çalakî û dengê dayki û xizmê wan dibine.
Desthilat dixweze eşkere ji her kesî re bêje ‘Mafê jiyanê yê kurdan nîn e.
Hevseroka Matuhayder’ê Dîlek Sonmez Demîr banga hestiyariyê ji malbat, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl kir.



