Çalakiyên xwendina pareznameyên rêber Abdullah Ocalan li herêmê dewam dike. Jinên li taxa El-Teyî ya Qamişlo bi armanca pêşketinê ev 3’ê mehin dest bi xwendina pareznameyan kirine. Jinên ku beşdarî xwendinê dibin gotin: “Bi felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî nasname.”
Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo li her derê cihanê bi biryardariyek xurt dewam dike.
Pirtûk, parêznameyên Rêber Apo tên xwendin vê yekê wekî rêya çareseriya ji bo tevahî pirsgirêkan dibînin.
Taxa El-Teyî ya li bajarê Qamişlo ku berya 2021’an di bin kontrola hikumeta Şamê de bû niha bi fikrên rêber Apo tê perwerdekirin.
Mala Jin a li taxa El-Teyî nêzî 3 mehan dest bi xwendina pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan kiriye.
Rêvebera Mala Jin a taxa El-Teyî, Yasmîn Îsa bal kişand ser girîngiya xwendina parêznameyan û bandora wan a li ser jinên pêkhateyên Ereb.
Ji pêkhateyên Ereb Xatûn Ebd El-Rezaq anî ziman ku xwendina pareznameyan çavê jina Ereb li jiyanê vekir û wiha got:
“Beriya ku taxa El-Teyî were rizgarkirin ez di bin zihniyeta koledariyê de dijiyam lê piştî rizgarkirina taxê gav bi gav ew zihniyet hat guhertin.
Bi xwendina parêznameyên Rêber Apo em weke jinên ji pêkhateyên Ereb hînî mafên xwe dibin, digihîjin asteke bi biryar û îrade.
“Dewleta Tirk bi tecrîda li dijî Rêber Apo nikare vîna gelê herêmê têk bibe”
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya herêma El Basîra a Dêrazorê Hala El Elî da xuyakirin ku ew bi navê hemû jinên Ereb tecrîda li dijî rêberê azadî û demokrasiyê şermezar dikin û wiha domand:
Dewleta Tirka dagirker dixwaze bi riya tecrîda li dijî Rêber Apo îradeya xelkê herêmê têk bibe.
Lê em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di nava têkoşînê de bin û bigihijin armanca xwe.
Muradî El Ehmed jî bal kişand ser bêdengiya cîhanê li himber tecrîda li dijî rêber Apo û diyar kir ku wê tucaran dewleta Tirk bi tecrîdê nekare pêşî li belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo bigre û got:
Îro cîhan xwe li ser ramanên Rêbertî perwerde dikin.
Tevahî hêzên desthilatdar û rêxistinên mafên mirovan xwe li ber sucên dewleta Tirk bêdeng dikin û çavê xwe digrin.
Lê jin û civaka azadî xwaz heta dawiyê ji bo azadiya Rêber APo li qadan bin.



