Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Konferansa xwe ya 4’an li darxist.
Konfrans bi durişmeya “Bi pêşengtiya malbatên şehîdan em asta têkoşîna şoreşgerî ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê, bilind bikin” li Navenda Çandê ya Tebqayê hate li darxistin.
Di konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî, Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê û Hêzên Ewlekariyê amade bûn.
Têkildarî konferansê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Henan têkoşîna şehîdan bi bîr anî û got:
“Bi saya şehîdan armî û ewlehî li herêmê pêk hat, lewma em soz didin ku hêviyê wan pêk bînin”
Piştî axaftinan û hilbijatrtina hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê hin biryar hatin girtin.
Ji wan biriyaran:
– Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngaveke komkirina îmzeyan were lidarxistin.
– Dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî ji malbatên şehîdan re werin birêxistinkirin.
– Pêşxistina projeyên aborî yên biçûk ji bo malbatên şehîdan.



