Li Şengalê li dijî tîmeke rojnamevanan êrişek pêk hat.
Her wiha wesayîtek welatiyan ku hate zelakirin 3 kes têde bûn, li ber êrişê ket.
Asayîşa Êzidxanê got, êriş ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve pêk hatiye.
Di encamê de, 2 jê rojnamevan, 6 welatî birîndar bûn.
Tîmeke ji nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê pêk dihat, dema ji bo girtina hevpeyvînên derbarê salvegera fermana 10’emîn a 3’ê Tebaxa 2014’an di çûn Tilqesebê, di vegerê de bûn armanca êrişekî.
Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
Li gorî agahiyên ji Asayîşa Êzidxanê hatiye girtin, êriş ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve pêk hatiye.
Di encamê de nûçegihana Çira TV Medya Hesen Kemal û nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm û ajokar Xelef Xidir birîndar bûne.
Her wiha wesayîtek welatiyan ku hate zelakirin 3 kes têde bûn, lê nasnameya wan hîn bidest neketiye li ber êrişê ketiye.
Di encamê de 3 welatî birîndar bûne û li nexweşxaneya Şengalê tên dermankirin.
Hêjayî bibîrxistinêye ku dezgeha şerê taybet ya MîT-Parastin ya bi navê ‘Dije Terora Kurdistan’ wesayîta rojnamevanan weke wesayîta PKK’ê ye weşand.
Ragihandina şerê taybet ya PDK’ê jî heman nûçe bi agahiyên MÎT a Tirk belav kirî weşand.
Lê hemû kesên ku birîndar bûne welatiyên sivîl û rojnamevanin.
Aajansa Nûçeyan a Rojnewsê da zanîn Mirad Mîrza Hebabî jî demeke ne dirêje derbazî xebatên ragihandina azad bûye.
Birayekî Mirad jî di dema fermanê de winda bûye û hîn jî çarenûsa wî nayê zanîn.
Xwişkek wî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye.



