Ji şerê navxweyî ya 2011 vir ve cara 4’an li Sûriyê hilbijartina giştî tê lidarxistin.
Hezar û 516 namzetên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pejirandin ji bo Meclîsa Gel a ji 250 kursiyan hevrikiyê dikin.
Li gor çavdêran tevlîbûna hilbijartinê pir kêm e û hêzên hikumeta Şamê karmendên saziyên xwe bi zorê dişînin ser sindoqan.
Ji şerê navxweyî ya 2011 vir ve cara 4’an li Sûriyê hilbijartina giştî tê lidarxistin.
Hilbijartin li heremên di bin kontrola hikumeta Şamê de tê kirin.
Xelkê heremê yên di bin kontrola hikumetê de ji bo namzetên parlamentoya 250 kursiyan hilbijêrin dengê xwe bidin.
Xelkê heremê sibeha Duşemê di 8 hezar û 151 sindoqên dengdanê yên ku li 15 heremên hilbijartinê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de hatine danîn, çûn ser sindoqan.
Hezar û 516 namzetên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pejirandin ji bo Meclîsa Gel a ji 250 kursiyan hevrikiyê dikin.
Li Swêdayê hilbijartin hatin redkirin
Ji aliyê din ve li gor çavdêran tevlîbûna hilbijartinê pir kêm e.
Hêzên hikumeta Şamê karmendên saziyên xwe bi zorê dişînin ser sindoqan.
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hilbijartinan hene û gelek sindoqên dengan hatin desteserkirin û şikandin.
Li bajarokên Cinêniyê, Milih, Qenewat û Qurba yên Siwêdayî jî xwepêşandêran navendên dengdanê girtin.
Li bajarokê Selîm jî sindoq hatin desteserkirin.
Her wiha bi hezaran xwepêşandêr bi banga boykotkirina hilbijartinan ji Qada Fursan ber bi qada Kerama ya naverasta bajarê Siwêdayê ve meşiyan.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 13’ê Tîrmehê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ew hilbijartinên parlamentoya hikumeta Şamê boykot dike.
MSD diyar kiribû ku çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna hêviyên gelê wê ye.
Nivê nifûsa Sûriyê dengê xwe kar naynin
Her wekî din bi milyonan welatiyên ku ji ber şerê navxweyî yê di sala 2011’an de dest pê kir, neçar man ku ji Sûriyeyê derkevin.
Ji mafê dengdanê bêpar man, hikumeta Şamê daneyên li ser hejmara welatiyên ku dê di hilbijartinê de biçin ser sindoqan parve nekir.
Meclisa nû ya ku dê bi hilbijartinên giştî yên ku ji Adara 2011’an vir ve cara 4’emîn hat lidarxistin, were avakirin.
Heger di vê hilbijartinê de destûra bingehîn were guhertin dê dema erka Beşar Esed dirêj bike.



