Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke da.
KCK’ê Şoreşa Rojava silav kir û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin.
KCK’ê diyar kir ku divê li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal hebe û got: “Em girîngiyê didin diyalog û muzakereyên li Sûriyê. Heke ev pêk were wê planên Erdogan ên dagirkeriyê jî vala derkevin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.
Konseya KCK’ê şehîdên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr anî û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin.
KCK’ê şoreşa 19’ê Tîrmehê weke pêngaveke dîrokî pênase kir û got:
“Ev pêngava dîrokî di demeke kin de veguherî Şoreşa Rojava û piştre jî bi pêşketina pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû. Em vê pêşketina dîrokî li gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn, gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan û hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz pîroz dikin.”
KCK: Şoreşa Rojava xwe dispêre felsefeya Rêber Apo
Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şoreşa Rojava ji bo gelê bindest bûye hêviya azadiyê û ev tişt hate gotin:
“Şoreşa Rojava xwe dispêre felsefe û paradîgmaya Rêber Apo. Rêber Apo bi teoriya xwe ya modernîteya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk çareseriyeke girîng ji pirsgirêka azadiyê ya serdema me re aniye.
Li ser vê yekê Şoreşa Rojava bûye pêşketina herî girîng û herî pêşketî ya sedsala 21’an.
Ya ku Şoreşa Rojava pêkan û watedar dike ev taybetmendî ye.”
KCK: Domandina parastina şoreşê gelekî girîng e
KCK’ê diyar kir ku têkoşîna Rojava li hember her cure metirsiyan bû xwedî çareserî û divê ji vir û şûnde jî têkoşîna parastina şoreşê bê domandin û geşkirin.
KCK: Tirkiye şer dixwaze lê divê pirskirêka Sûriyê bi diyalog bê çareserkirin
Bi domdarî KCK’ ê balkişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand:
“Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dev ji zîhniyeta xwe ya dagirker a qirker bernade.
Ji bo li Sûriyê rê li ber pêşketina çareseriya demokratîk û jiyana bi hev re bigire, her cure rêbaz bikar tîne.
Lê li dijî vê zihniyetê divê pirsgirêkên li Sûriyê bi rêya diyalog û muzakereyê, bi awayekî demokratîk, bên çareserkirin.
Em weke Tevgera Azadiyê vê yekê pir girîng dibînin û piştgiriyê didinê.
Ger ev yek pêk were, planên şefê faşîst Erdogan ên ji bo hilweşandina Sûriyê jî wê bi temamî pûç bibe.”
KCK: Li dijî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî helwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawî de bang li her kesî kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin, her wiha li dijî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê jî helwesteke tund nîşan bidin.
PJAK: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola azadîxwaziyê ji tevahî gelan re



