Li DYA namzetên serokatiyê li pey hev planên xwe yên dema serketinê eşkere dikin.
Namzetê Komarparêzan Trump yê ji êrişa sekvaniyê xelas bûyî got:
Eger ez werim ser deshilatê, bi telefonekê ezê dawî li şerê li cîhanê bînim.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump yê bi fermî bû namzetê Partiya Komarparêzan di axaftina xwe ya roja dawî ya li kongreyê de got;
Ew dikare bi yek telefonê şerên li cîhanê rawestîne.
Donald Trump tevî hevjîna xwe Melania, ku berê beşdarî kampanyayê nebûbû, soz da dawî li qeyranên navneteweyî bîne û prestîja Amerîkayê vegerîne.
Trump der barê hevrikê xwe yê Demokrat Joe Biden de jî got,
“Wî ji 10 serokên herî xirab ên dîroka Amerîkayê bêtir zirar daye welêt.
Ez ê vê rewşê biguherînin.
Trump: Ez ê şerê li Ukraynayê biqedînim
Serokomarê berê careke din gef li welatên ku dîlên Amerîkî di destê wan de heyî xwar û wih pêde çû:
“Ez ji hemû cîhanê re dibêjim:
Em rehîneyên xwe dixwazin.
Ez dibêjim “Berî dest bi wezîfeyê bikin divê vegerin, nexwe hûn ê berdêlek mezin bidin.”
Trump berpirsyariya hemû şerê li cîhanê xiste stûyê Biden û got,
“Li Ewropa û Rojhilata Navîn şer heye. Li Taywan, Kore, Fîlîpîn û li tevahiya Asyayê xeteriya şern zêde dibe.”
Donald Trump yê xwe weke xelasker nîşandayî ev îdia kirin:
“Ez ê dawî li her qeyrana navneteweyî ya ji aliyê hikûmeta heyî ve hatiye afirandin, bînim.
Di nava vê de şerê dijwar ê navbera Rûsya û Ukraynayê jî heye.”
Trump daxuyakirin ku gelek kes li benda hatina wî ya ser deshilatê ne û yek ji wan jî lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un e.
Kongreya Partiya Demokrat a ku ji bo namzetiya Joe Biden ê ji ber temenê xwe yê mezin hat xwestin ku ji hilbijartinê vekişe, wê di navbera 19-22’ê Tebaxê de bê lidarxistin.



