Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê ya jinan li dar xist.
Civîn bi dirişmeya “Hebûna jinên zana parastina civakê û pêşxistina wê ye” li avahiya Meclisa Rêveber a herêma Meamil hate li darxistin.
Nûnerên jinan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên saziyên cûda yên jinan li Dêrazoerê beşdarî civînê bûn.
Piştî xwendina rapora salê ya kar û xebat, beşdaran pilansazî û pêşniyar ji bo pêşxistina perwerdeyê nîqaşkirin.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû hin ji xalên wê wiha ne:
Amadekirina planên stratejîk ji bo pêşxistina qada perwerdê û fêrkirinê.
Pêşxistina perwerdê ji bo avakirina nifşekî zana ku bi çanda Neteweya Demokratîk bawer be.
Danîna plan û bernameyan ji bo fêrkirinê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Pêşxistina derfet û asta zanînê ya jinan û karînên wan di qada perwerdehiyê de.
Perwerdekirina jinan li ser bingeha nirxên demokrasî, jiyana komînal û jiyana hevbeş.



