Nerazîbûnên Yekîtiya Ewropayê li hemberî Vîktor Orban didome.
Vê carê jî civîna Wezîrên Karên Derve û yên Parastinê ku diviyabû li Budapeşte yê paytexta Macarîstanê bihata lidarxistin, biryar hat guhertin dê li Brukselê were lidarxistin.
Ev yek jî ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve ji ber helwesta Orban li hemberî Ukraynayê pêk hatiye.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku civîna Wezîrên Parastinê û Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku tê plankirin meha bê li şûna Budapeşte ya paytexta Macarîstanê li Brukselê bê lidarxistin.
Bi gelemperî, Macaristan, wekî Serokatiya Demkî ya Yekîtiya Ewropî, diviyabû ku civîna nefermî mêvandar bikira.
Çalakiya bi vî rengî ya ku wezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kom dibin, ji ber ku cara yekem li Kela Gymnich a Almanyayê hate lidarxistin, wekî civîna tîpa Gymnich tê gotin.
Borrell di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ev biryar di danûstandinên bi wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê re hatiye girtin û got:
“Divê em peyamekê ji rêveberiya Budapestê re her çiqas sembolîk be jî bişînin.”
Civîna Wezîran li şuna Budapeşte dê li Brukselê were lidarxistin
Serokwezîrê Macarîstanê Orban, ku di destpêka Tîrmehê de ji bo şeş mehan serokatiya Yekîtiya Ewropayê girt ser xwe, pêşî li Kîevê û piştre jî serdana Moskowê kir.
Hevdîtina Orban a bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Moskowê rastî bertekên Yekîtiyê hat.
Piştî Moskowê, Orban çû Pekînê û bi Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng re hevdîtin kir û bi awayekî yekalî têkiliyên xwe weke “mîsyona aştiyê” bi nav kir.
Orban bersiva rexneyên li ser xwe da û got:
“Bi rûniştina li Brukselê li kursiyên rehet hûn nikarin aştiyê pêk bînin.”
Helwestê Orban li hemberî Ukraynayê tê boykotkirin
Hemleya dawî ya balkêş a serokwezîrê Macaristanê ew bû ku zû ji civîna NATO’yê ya ku vê dawiyê li Washingtonê hat lidarxistin derket û çû serdana Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump.
Trump jî mîna Orban, ji polîtîkayên ku di şerê Ukraynayê de hatine şopandin, aciz e.
Beriya niha serdana kar a asayî ya Komîsyona Ewropî bo Budapeştê hatibû betalkirin û axaftina Orban a li Parlamentoya Ewropî wekî serokê welat hate hincetkirin û ji bo demek nediyar hate paşxistin.



