Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan her çiqasî ji bo hevdîtina Esed israr dike jî lê ya tê xuyakirin Şamê kiriyarên wî ji bîr nekiriye.
Hikumeta Şamê lîsteya piştevaniya terorê eşekere kir.
Navê Erdogan û partiya wî AKP di nava lîsteyê de derket pêş.
Hemwextî Erdogan, navê Mesrûr Barzanî jî di lîsteyê de cihê xwe girt.
Ev çend carin Serokê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan behsa hevdîtinek muhtemel bi serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed re dike.
Lê ya diyar ev daxwazên Erdogan li gel Şamê hêsanî pêk nayê.
Serokê Hikumeta Şamê Beşar El-Esed tevî israra Erdogan jî gotibû;
Ji bo hevdîtin pêk were divê, Tirkiye ji xaka Sûriyê derkeve.
Ango vegere rewşa beriya 2011’an.
Di wextekî wiha de, navê Erdogan Di lîsteya “terorê” ya Hikumeta Şamê de cihê xwe girt.
Rojnameya El Quds El Erebî lîsteya “Desteya Têkoşîna şûştina diravan û piştgiriya Terorê” ya hikumeta Şamê parve kir.
Lîste wekî biryara 3’emîn di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê serokê komîteya cemidandina pereyên kesan û tevgeran ve hat derxistin.
Li rex navê serokê Tirkiyê, navê partiya wî AKP û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu hebû.
Di lîsteyê de navên siyasetmedar, partî, tevgerên navneteweyî, oldarên ereb û yên biyanî û endamên parlamentoyan hene.
Li gorî lîsteyê hejmara kesên bi fînansekirina terorê û pereyên nerewa hatine tawanbarkirin, 597 e û 105 blok hene.
Hikûmeta Şamê Mesrûr Barzanî xist lîsteya terorê
Her wiha di lîsteya tekoşîna li dijî şûştina diravan û piştigiriya terorê de, navê serokwezîrê hikumeta demborî ya herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Berazanî jî hatibû dayîn.
Serokê berê yê hikumeta Lubnanê Seed Herîrî, serokê Partiya Pêşverû ya Komunîst Welîd Jumblat û serokê Partiya Quwat a Lubnanê Semîr Caca-î di lîsteyê de hene.
Navên gelek kesayetên ereb û biyanî ji welatê kendavê, YE û gelek wleatên din jî hebûn.



