Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Botan û Zapê 7 leşkerên dewlata Tirk a dagirker ceza kirin.
3 mobese û 3’ê konên dagirkerna jî hatin bêkêrkirin.
Her wiha HPG’ê têkîldarî 3 gerîlayên ku 25’ê Tîrmeh li herêma Botanê şehîd bûne hin agahî parve kir.
HPG’ê ragihand ku hersê gerîla di encama sîxurekî xayîn de şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir.
HPG’ê têkîldarî 3 gerîlayên ku 25’ê Tîrmehê li herêma Botanê şehîd bûne hin agahî parve kir.
HPG: Gerîla li Rojavayê Zapê 5 dagirker ceza kirin
Di daxuyaniya HPG’ê ya têkîldarî çalakiyên gerîla, ev agahî hatin parvekirin:
“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
2’ê Tebaxê gerîlayan bi çalakiyekî koordînekirî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bihara dan.
Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobeseyê û 3 kon hatin bêkêrkirin.
Di heman rojê de li girê FM bi taktîka sekvaniyê kamerayeke mobeseyê jî hate bêkêrkirin.
3’ê Tebaxê jî li girê FM li dijî dagirkerên ku di nava tevgerî de bûn, bi taktîka sekvaniyê çalakiyek hate lidarxistin û dagirkerek hate cezakirin.
HPG: Dagirkeran 15 caran bi baralfirên şer qadên gerîla bombebaran kirin
Têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:
“1’ê Tebaxê, tunelên li Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî,
1 û 2’ê Tebaxê jî herêma Xakurkê, Garê, Metînayê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”
Li gorî daxuyaniyê heman rojan, herêma Xakurkê û Metînayê bi helîkopteran jî hatine bombekirin.
HPG: 25 Tîrmehê li herêma Botanê ji ber îxbara xayînekî 3 hevalên me şehîd bûn
HPG’ê dawiyê diyar kir ku di encama îxbara xayînekî de 3 gerîlayên HPG’ê li herêma Botanê şehîd bûne û ev agahî dan.
“Ji ber îxbara xayînekî, 25’ê Tîrmeha 2024’an dijmin li qada Kato Xelîla ya herêma Botanê dest bi êrişeke berfireh kir.
Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran bi cesarekete mezin bersiv dane bi lehengî li ber xwe dan.
Di vî şerê dijwar de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî wê artêşa Tirk a dagirker bi saetan qada ku hevrêyên me lê dima bi balafirên şer û helîkopteran bombebaran kir.
Di encamê de hevrêyên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn tevlî karwanê şehîdan bûn.”



