Şêniyên bajarê Til Hemîsê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ferîd El-Xebraw oxir kir.
Şervanê QSD’ê Ferîd 31’ê Tîrmeha 2024’an li bajarê Girkê Legê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid El Nayêf sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.
Ji fermandarên QSD’ê Mihemed Hesen jî behsa fedekariya şehîd Ferîd kir û got:
“Şehîd Ferîd yek ji wan şehîdanên leheng e ku şopa xwe di dîrokê de hişt û tu carî dîrok wan ji bîr nake.”
Dawiyê weseqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.



