Li Efrîna dagirkirî binpêkirin û sûcên di derheqê şênî û xwezayê bi şêwazên cuda dewam dike.
Li aliyekî revandinê dikin û li aliyê din jî dişewtînin.
Herî dawî çeteyan 4 welatî ji Efrîna dagirkerî revandin.
Li vir kîna wan hênik nabê û darên berhemdêr dişewitînin.
Ajansa ANHA’ê bi belge ragihand ku tenê li gundê Belîlko 2 hezar û 550 darên berhemdêr hatine şewtandin.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku koma Sultan Murad ya artêşa Tirk a dagirker 1’ê Tebaxê 4 kes ji bajarê Cindirêsê revandin.
Li gorî agahiyan, welatiyên bi navê Hesen Elî Elî 47 salî, Mihemed Elî Elî 33 salî û 2 kesên din jî ku ji bajarê Hemayê ne hatine revandin.
Hate ragihandin ku kesên revandinî radestî serçete Ebû Mehmûd El-Esmer li girtîgeha bajarokê Bilbilê hatine kirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan li beramberî serbestberdana her welatiyekî 3 hezar dolalrê Emrîkî xwestiye.
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk çiyayan û darên berhemdar dişewitînin
Ne tenê ev, her weha xwezaya bajêr jî, ji çeteyan nafilite.
Di van rojên dawî de, çeteyan berê xwe dane çiyayên Efrînê, ne tenê daran dibirin, lê bê serûber çiyayan dişewtînin.
Heta niha bi deh-hezaran darên berhemdêr yên weke Zeytûn, kerez, hinar, fisteq, hejîr û tirî hatine şewtanidin.
Di nava wan de jî merx, sinober, kelem û simaqê jî hene.
Gundê ku herî zêde şewat dîtiye jî gundê Bilîlko ye.
Ajansa ANHA’ê encamê vê şewata ku 15 rojin li gund û navçeyên bajarê Efrîna dagirkerî pêk tê, belge kir.
Li gundê Bilîlko yê Efrînê 2 hezar û 550 dar hatin şewtandin
Li gorî ANHA’ê gundê Edema, Elbîskê, Bilîlko, Cela, Xulalka, Kûsa, Şingêlê, Berava û Derwîş hatine şewtandin.
Tenê li gundê Bilîlko 2 hezar û 550 dar berhemdêr hatine şewtandin.



