Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êrişî kargehekî li Qamişlo kir.
Di êrişê de, ziyan li kargeha Golden Roz bû.
Îro saetên beriya nîvro artêşa Tirk a dagirker êrişî kargeha Golden Roz a li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê kir.
Di êrişê de, ziyan li kargehê bû.
Kargeha Golden Roz a dikeve başûrê Qamişlo yek ji kargehên zeytê yên li herêmê ye.
2’ê Tebaxê jî artêşa Tirk a dagirker bi balafirekî bêmirov êrişî cihekî nêzî şirketa çemento ya li bajarokê Xanaserê kiribû.
Ji ber bombebaranê zerarên madî çêbûn.
Tevî êrişên li ser gelê herêmê, artêşa Tirk a qirker careke din êrişên xwe yên li ser binesazî û navendên xizmetguzariyê zêde kiriye.



