Li Bangladeşê di xwepêşandanên li dijî hikumetê de roja Yekşemê herî kêm 94 kes mirin.
Ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 300 kes mirin.
Bi hezaran Bangladeşî serê sibehê li Dakkayê li qadekê li hev kom bûn û daxwaza îstifaya Serokwezîr Şêx Hasîna kirin.
Li gorî jimartina ji daneyên polîsan, rayedaran û doktoran, di şerê navbera xwepêşandêran û alîgirên hikumetê de ku roja Yekşemê giran bû, 94 kes hatin kuştin.
Bi vê yekê re hejmara kesên ji dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve hatine kuştin 300 kes derbas kir.
Li vî welatê Misilman ku nifûsa xwe 170 milyon mirov e, cara yekê ye ku di nava rojekê de hejmareke ewqasî zêde ya mirovan di xwepêşandanên li dijî hikumetê de jiyana xwe ji dest didin.
Bi hezaran Bangladeşî serê sibehê li Dakkayê li qadekê li hev kom bûn û daxwaza îstifaya Serokwezîr Şêx Hasîna kirin.
Xwepêşandanan li dijî pêkanîna kotayê ya hikumetê di xizmetên cemaweriyê de danî, destpê kirin.
Heta niha di xwepêşandanan de zêdeyî 300 kes mirin
Xwepêşandêran bersiv dan banga kolektîfa xwendekaran a Xwendekarên li dijî Cihêkariyê ku pêr banga bê îte atiya sivîl kir.
Alîgirên herdu aliyan ên dijberê hev kêran bi hev ketin û polîsan fîşekên rastî bi kar anîn.
Li gorî polîsan, serdegirtina li qereqoleke polîsan a li Enayetpour 11 polîs hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyekî din ê polîsan li paytext Dakkayê kolan veguherîn ‘qada şer’ û girseya ji çend hezar xwepêşandêran agir berdan wesayit û motor sîkletên li nêzî nexweşxaneyekê.
Serokwezîra Bangladeşê Şêx Hasîna îstîfa kir
Piştî nêzîkî sê hefte ji xwepêşandanên dijî hikûmetê li Bangladeşê, serokwezîr Şêx Hasîna neçar ma ku îstifa bike.
Hat ragihandin ku Hasîna bi helîkopterê ji paytext Dakayê derketiye û çûye Hindistanê.
Ny banga rawestandina tundiyê kir
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî êvara Yekşemê daxuyaniyek da û banga “Tundiya giran a li Bangladeşê bila bê rawestandin” kir.
Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de fikarên li ser hewldanên tevgera ciwanên partiya desthilatdar a li hemberî çalakgeran hate parvekirin.
Hikumetê bi navê misogerkirina pergalê xeta înternetê birî, dibistan û zanîngeh girt, qedexeya derketina derve ragihand û artêş wezîfedar kir.
Efserên berê jî piştgiriyê didin çalakgeran
Efserên berê yên artêşê jî piştgirî dan xwepêşandêran.
Fermandarekî berê yê artêşê li hemberî Serokwezîr sekneke sembolîk nîşan da.
Di gelek bûyeran de berevajî meha derbasbûyî leşker û polîsan dest li xwepêşandêran wernedan.



