Doh hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê û Dîfa Al Wetenî êrîşî rojhilatê Dêrazorê kirin.
Êriş heta vê sibehê dewam kir.
Ji ber êrişan 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûn.
Li hember vê yekê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bersiva êrişan da û oparesiyonên wan ên lêgerînê dewam dike.
Doh derengiya şevê Hêzên Hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetenî êrişî beravên çemê Firatê yên Rojhilatê Dêrazorê kirin.
Êriş heta vê sibehê dewam kir.
Li hemberî van êrişan bertek û helwestên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derket û besiv dan êrişê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa Hêzên Hikûmeta Şamê û Dîfa El Wetenî daxuyaniyek da.
QSD: Li derdora Zîban, El Letwa û Ebû Hemam şer derket
Di daxuyaniyê de QSD’ê diyar kir ku şerekî dijawr li derdora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin û ev agahî parve kir:
“Hemwextî topbarankirinê, komên hêzên rejîmê û Dîfa Watanî duh êvarê êriş beravên çemê Firatê yên rojhilatê Dêrazorê kirin.
Di encamê de şerên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û hêzên êrişkar de li dordora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin.”
QSD: Ji ber topbarana hikûmeta şamê 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn
QSD’ê eşkere kir ku di topbaranê de li Zîban û taxa El Latwa 2 sivîl şehîd bûn û 5 din jî birîndar bûn.
Her wiha li bajarê Şihîl jî 2 sivîl birîndar bûn.
QSD: Hêzên me bersiv da û operasyona lêgerînê dewam dike
Li gorî navendê QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan daye û xebatên lêgerînê li herêmê berdewam in.



