Kongra Star bang li civata navneteweyî kir ku hesab ji berpirsên komkujiya li Dêrazorê bipirsin.
Meclisa Kongra Star diyar kir ku êrişên hêzên Şamê rê li ber vejandina DAIŞ’ê vedike.
Meclisa Kongra Star têkildarî komkujiyê û êrişên hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek nivîskî parve kir û got:
“Hêzên hikumeta Şamê par jî bi armanca têkbirina aramiya Dêrazorê êriş kiribûn.
Lê bi saya hevgirtina gel û piştgiriya wan a bi QSD’ê re êriş hat têkbirin.
Êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike.”
Di daxuyaniyê de komkujiya li Dêrazorê bi tundî hat şermezarkirin ê hat gotin :
“Divê civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin .”
Her wiha meclisê bang li hikumeta Şamê kir ku “dev ji van helwestên xwe yên çetawarî û hevkariya xwe ya bi hikumeta AKP’ê re berde.
Kombûna Jinan a Zenûbya êrişên li dijî Dêra Zorê şermezar kirin



