Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Mihemd Hesen “Soro Berxwedan” li Şehbayê hate oxirkirin.
Şehîd Mihemd Hesen di 9’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.
Şêniyên Şehba û koçberên Efrînê cenazeyê şehîd Soro Berxwedan bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Fafînê birin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemd Wilo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Soro Berxwedan û tevahî koçberên Efrînê û xelklê Şehbayê re xwest.
Mihemd Wilo anî ziman ku şehîd Soro Berxwedan îsbat kir ku bêyî berxwedan û fedakariyan welat azad nabin.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya şehîd Soro Berxwedan hate xwend û radestî malbatê hate kirin.



