Balafireke bêmirov a xwekuj ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Şewarxe yê kantona Efrîn Şehbayê teqiya.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafireke bêmirov a xwekuj li gundê Şewarxe yê kantona Efrîn û Şehbayê saet di 19:30`an de kiriye hedef.
Li gorî agahiyên ku li wir hatine di encama êrişê de zirarên madî li gund çêbûne.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van demên dawî de êrişên xwe yên li dijî herêma Şehbayê pir zêde kirine.
Bi taybetî jî dagirker hewil didin gundên herêmê dagir bikin.



