Siyasetmedarên Misrî destnîşan kirin ku Rêber Apo li dijî sîstema hegemonîk pergala konfederalîzma demokratîk pêşkêşî mirovahiyê kiriye û gotin:
“Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.”
Siyasetmedarên Misrî ji ajansa ANF’ê re behsa bandora pozîsyon û ramanê Rêber Apo ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê kirin.
Koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan rojnamevan Îlhamî El-Melîcî diyar kir ku Rêber Apo di wê baweriyê de ye ku hegemonyaya emperyal a Emerîkayê nebêdawî ye û got:
“Ocalan pêşî kapîtalîzmê rexne dike, ji ber ku dibîne ku hegemoniyaya Emerîkî lûtkeya kapîtalîzmê temsîl dike.
Ramanwer Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku kapîtalîzim bi mekanîzmayên xwe ve dibe sedema newekheviya aborî û civakî.”
Îlhamî El-Melîcî anî ziman ku sîstema konfederalîzma demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye diyarkirin, li dijî hegemonyaya Emerîkayê weke alternatîfa herî baş bi pêş ket û wiha domand:
“Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.”
Balyozê Misirê yê berê yê Iraqê Şerîf Şahîn jî destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo welatên ku em ji wan re dibêjin nûjen in modeleke pêşkêş kir û ev yek anî ziman:
“Li hemberî ramanên Ocalan gelo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê dîsa karibin xwe bidin ser hev?
Rêber Ocalan bal kişand ser Yekîtiya Ewropa û rola wê ya bisînor a ku bi şerê Ukraynayê hate îspatkirin ku wê nekarî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê rawestîne.
Siyaseta Dewletên Yekbûyî her çend ji bo Koreya Başûr an jî welatên din ên ku di pêşketina pîşesaziyê de mînaka wê dişopînin hene jî, lê ew nekarin modelek siyasî ya serbixwe pêş bixin.
Şerîf Şahîn diyar kir ku Rêber Apo zanista jîngehê li ser esasê nûkirina têkiliya mirov-xweza pêş xist û wiha domand:
“Nivîskar û rojnamevanê Misrî, destnîşan kirin ku bi giştî nêrîna ramanwer û filozof Abdullah Ocalan di zanista jîngehê de li ser esasê nûkirina têkiliya mirov û xwezayê ye.”
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



