Îro li bajarê Qamişlo di çarçoveya pêngava cîhanî ya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de komxebatek hat li darxistin.
Komxebat li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîl PYD’ê hat lidarxistin.
Komxebat bi dirûşmeya ‘Pênasrkirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyê di pergala Netewa Demokratîk de’ pêk hat.
80 delege ji parêzer, rewşenbîr, akademisyen û siyasetmedar, endamên insiyatîfa sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo û endamên PYD amade bûn.
Di komxebatê de nîqaş li ser 2 mijaran hate kirin.
Yek jê pêşveçûna sosyolojîk çandî û siyasî ya nasnameya Kurdî, berî û piştî şoreşa Rojava.
Ew jî ji aliyê akademisyen û mamosteyê fakulteya zanistên civakî di zanîngeha Rojava de Sîpan Ismaîl, hate dayîn.
Mijara din jî li ser nasnameya Kurd a siyasî û rêxistinbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyê bû.
Derbarê her mijara hat nîqaşkirin de, nêrîn û nirxandin ji aliyê beşdaran ve hate kirin.
komxebat bi beşdriyên xurt berdewam dike.



