Prof.Anuradha Chenoy a Zanîngeha Cewaharlal Nehru ya Hindistanê derbarê çalakiyên jinan li hindistanê axivî û got: ”Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ peyameke gerdûnî ye, pirsgirêk û daxwazên jinan gerdûnî ne.
Li dijî hemû kesên ku sûc vedişêrin û li dijî hikumeta eyaletê çalakiyên siyasî her ku diçe mezintir dibin.
Ev yek dikare ji bo hikumeta eyaletê krîzan çêke.”
Li bajarê Kalkûta yê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê Tebaxê destdirêjî li bijîşkeke jin hatibû kirin û dûre jî hatibû kuştin.
Piştî bûyer hat bihîstin li gelek deverên Hindistanê jin û bijîşk daketin kolanan.
Prof.Anuradha Chenoy a Zanîngeha Cewaharlal Nehru ya Hindistanê li ser çalakiyên jinan ên li Hindistanê axivî.
Anuradha Chenoy anî ziman polîsan berê hewl dida van sûcan binixumînin û malbatan gelek caran sûcên li hemberî jinan vedişartin û got:
Êdî sûc bi awayekî berbiçav tên ragihandin, jin û tevgerên civakî li dijî sûcan radibin.
Anuradha Chenoy banga lêkolînkirina sûcên li dijî jinan kir û wiha anî ziman:
“Saziya ku sûc lê hatiye kirin divê bi berpirsyariya xwe rabe. Divê polîs jî hesab bidin.
Li dijî hemû kesên ku sûc vedişêrin û li dijî hikumeta eyaletê çalakiyên siyasî her ku diçe mezintir dibin.
Ev yek dikare ji bo hikumeta eyaletê krîzan çêke.”
Jinên beşa tibê ya Zanîngeha Rojava piştgirî dan berxwedana jinên Hindistanê
Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava û beşa tibê ya Zanîngeha Rojava jî bi daxuyaniyekê piştgîrî dan berxwedana jinên Hindîstanê.
Meclîsê diyarkir jinan her dem li hemberî desthilatdar û çanda destdirêjiyê serî hildane û wiha hat gotin:
“Li ser asta cîhanê her diçe berxwedana jinan digihîje hev, ji Jîna Emînî heta bijîjk.
Bi deh hezaran jinên Hindistanê li hemberî vê kuştinê qad tije kirin û çalakiyên xwe bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin.
Li Rojhilata Navîn û cîhanê jin di hemû qadên jiyanê de bê parastin dimînin.
Divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng nemînin divê li hemberî kuştina jinan rawestin û parastina wan pêk bînin.”
Li Hindistanê li dijî destdirêjiya jinê xwepêşandan hat lidarxistin



