Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke Koalîsyona Navneteweyî li çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê nuqteyeke Koalîsyona Navneteweyî, bombebaran kir.
Di encama êrîşê de zirarên madî çêbûn.
Bi vê êrişê re ev cara sêyeme ku dewleta Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de bi balafirên bêmirov li dijî herêmê êriş pêk tîne.



