Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî ya 10’an bi beşdariya 81 endaman li dar xist.
Di civînê de li gorî Hevpeymana Civakî ku di dawiya 2023’yan de hatibû nûkirin, erkên kantonên Hesekê û Qamişlo hatin bidawîkirin.
Beriya nûkirina Hevpeymana Civakî herêma Cizîrê wekî kantona Hesekê û Qamişlo hatibû pênasekirin, piştî nûkirina Hevpeymana Civakî her du kanton wekî kantona Cizîrê hat binavkirin.
Mijareke din a di civînê de hatibû nîqaşkirin, avakirina meclisên nû û erkdariyên ji bo desteyan bû.
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kar û Barên Malbatên Şehîdan hat avakirin.
Her wiha Nivîsgeha Enerjiyê ya kantona Cizîrê jî wê li gorî Hevpeymana Civakî bibe Desteya Enerjiyê.
Di dawiya civînê de ji bo desteyên hatine avakirin, erkdarî hatin çêkirin.
Li gorî wê,
- Hemrîn Elî wek cîgira Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê.
- Mamo Mihemed wek hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê.
- Ahîn Swêd û Ekrem Selman wek hevserokên Desteya Enerjiyê ya kantonê.
- Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan Kader Ebdî û Mihemed Îbrahîm.
- Sebrîn El Ebdullah wek hevserokê Desteya Aborî ya kantonê.
Hatin erkdar kirin.



