Donald Trump ragihand ku ew bi hevrika xwe, namzeta Demokrat û cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris re, ji bo beşdariya di weşana zindî ya ku dê di 10’ê Îlonê de bê lidarxistin, “lihev kirin”.
Trump li ser hesabê xwe yê li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Sosyal ragihand:
“Min bi Demokratên Çep ên Radîkal re ji bo niqaşê bi Kamala Harris re li hev kir.”
Trump diyar kir ku bernameya nîqaşê wê li ser ABC’yê bê weşandin û diyar kir ku wê weşana zindî ji Fîledelfiya ya eyaleta Pennsîlvanyayê were kirin.
Trump her wiha got:
“Qaîdeyên wê heman nîqaşa dawî ya CNN’ê be, ku xuya bû ji bilî Joe Bidenê xapînok ji bo her kesî baş e.
Nîqaş dê li ser piyan bê kirin û namzed dê nikaribin notan bigirin.”



