Li hemberî van êrişên Tirkiyê li 5 kantonên herêma Rêveberiya Xweser helwestên tund hatin nîşandan.
Li Kantona Firat û Minbicê meş, li Kantona Cizîr, Tebqa û Efrîn/Şehba jî daxuyanî hatin dayîn.
Li dijî êrişên dewleta Tirk xelkê herêmê daketin qadan û helwesta xwe nîşan dan.
Xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.
Meşa ji Qada Jina Azad a Kobanê despê kir li Qada Aşitiyê veguherî mîtingê.
Di mîtingê de, endama Koordînasyona Rêxistina Kongara Star a Kantona Firatê Zozan Bekir diyar kir ku ew ê bi “Jin Jiyan Azadî” tola şehîdên xwe hilînin û got:
“Bi van êrişan nikarin îradeya me bişkînin.
Em ê bi hêza jina dawî li zîhniyeta dagirker û qirker bînin.”
Şêniyên Kantona Minbicê jî bi heman armancê daketin qadan.
Li wir, kesê ku axivî diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk û ajanên wê bi ser nakevin û gelê herêmê dê her şopdarê rêya şehîdan bin.
Her wiha li Tebqayê jî Kombûna Jinan a Zenûbayê daxuyaniyek da.
Kombûnê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
Ev êriş bi armanca hedefkirina pirojeya netewa demokratîk û biratiya gelan tên kirin.
Lê bila Dewleta Tirk û sîxurên wê bizanibin ku biratiya me ji êrişên wan bihêztire.
Kongira Star a şaxê Şehbayê jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.
Kongira Star bang li jinan kir ku li hember êrişan bibin yek û serkeftinê bi dest bixin.
Li aliyekî din, xelkê bajarê Çil Axayê bi daxuyaniyekê kiriyarên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de, diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ewlehiya herêmê têk bib êrişên xwe yên bi balafiran û ajanên xwe li dijî herêmê didomîne.
Dawiyê de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê li hember dagirkeran hate kirin.



