Li çolistana Sûrî qaşo di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, çeteyên DIAŞ’ê êirşên xwe zêdetir dike.
DAIŞ’ê li Hemayê êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma Asreya ya bajarê Hemayê êrişî hêzên Şamê kir.
Di encamê de 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin.
Li dijî qeymeqamê Derayê êrişek pêk hat
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku îro li bajarê Herak yê li Derayê dema karwanê qeymeqamê Derayê û sekreterê giştî yê partiya Baasê yê şaxê Derayê û şandeyê pê re derbas dibûn mayînek bi wan de teqiya.
Di encamê de, 2 leşkerên hikumetê birîndar bûn.
Mayîn ji aliyê çekdarên herêmî ve hateibû dayîn.
Hêzên hikumetê bajarokekî Humsê qedexeya çûnûhatinê ragihand
Vê sibê rêveberê Istixbarata Şamê yê hikumeta Şamê Husam Loqa serdana bajarokê Telbîsê yê li Humsê bi saziyên leşkerî re civiya.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku piştî civînê Husam loqa ku ji bo kesên naxwazin ‘çareserkirina rewşê’ pêk bîn hin biryar dan.
Husam eşkere kir ku sibê wê li bajarok qedexeya çûnûhatinê pêk bê û operasyonek ji bo girtina kesên muxalf pêk bînin.
Beriya çend rojan Husam Loqa gef êrişê li hemû kesên ku çareserkirina Rewşê’ nakin xwar.



