Ji ber Bahoza Yagî ya li bakurê Vîetnamê çêbûye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 82’an.
Bagera Yagî a sibeha Şemiyê li derdorê Haîfongê gihîşt qada bejahî, ji aliyê meteorologan ve wek bagera herî xurt a 30 salên dawî tê pênasekirin.
Bagerê gelek pir hilweşand, xisar li kargehan kir, banê xaniyan û gelek daran ji cihê wan derxist.
Hêza bager saetê gihîşt 149 kîlometreyan.
Hikûmet diyar kir ku ji ber bagerê 82 kesan jiyana xwe ji dest dane û 64 jî wenda bûne.
Li gorî raporeke rayedaran, bager her wiha bû sedema lehî û hezazê.
Ji ber van karesatan jî 752 kes birîndar bûn.
Li hin herêmên bajarên Yen Bai û Thai Nguyenê, saetên siharê av gelekî bilind bû ku gihîşt banê hin malên yekqatî.
Li paytexta Hanoiyê jî xelkê herêmê ji ber lehiyê hatin veguhestin.



