Li bajarokê cerablisê yê dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin.
Çavkaniyên xwe cihî ji bajrokê Cerablisê ragihandin ku çeteyên bi navê ” Parizvanên Sînor” li gundê Qurinfil ciwanek kuştin.
Piştî ew ciwan hate kuştin çeteyên navbûrî cenaziyê wî ciwanî avêtin ber nexwşxaneya ” Xendûr” ya bajarê Cerablisê.
Çavkaniyan diyarkrin ku piştî wergirtina cenazeyê, çeteyên wekî din bi çekên giran û navîn êrişî çeteyên” Parizvanên Sînor” kirin.
Çavkaniyan destnîşankirin ku di encamê de 2 çete hatin û kuştin 5 çeteyên din bi giranî birîndarbûn.
Hêjayî bibîxistinê ku tevlî bangên rêxistinên mafê mirovan rojane li herêmên dagirkirî sûcên dij mirovahiyê weke dizî, revandin û guhertina demografî tê kirin.



