Çalakvanên Germiyanê êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Kurdan şermezarkirin û gotin:”PKK nasnameya gelê Kurde, pêwîste gelê Kurd li dijî dagirkeriyê piştgiriya gerîlayên azadiyê bikin.”
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Derbarê êriş û giringiya yekgirtina Kurdan a li dijî dagirkeriyê de, çalakvanên Germiyanê axivîn.
Çalakvan Saman Tahir: Tenê Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk radibin
Çalakvan Saman Tahir diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk ji aliyê her kesê ve tê zanîn û got:
“Armanca dewleta Tirk dagirkirina wîlayeta Musilê ye.
Lê tenê netewa Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk radibe.
Bi taybetî jî PKK ku wek nasnameya gelê Kurde, li beramberî vê siyaseta dewleta Tirk radibe.
Ji bona wê divê em wek gelê Kurd piştgiriya gerîlayên xwe yên li Qendîlê bikîn.”
Saman Tahir: Dewleta Tirk tenê Kurdên xayîn dixwaze
Saman Tahir destnîşan kir ku dewleta Tirk tenê Kurdê mirî dixwaze û wiha anî ziman:
“Divê kesên hevkar û xayîntiyê ji dewleta Tirk re dikin, dest ji vê kiriyarên xwe berdin.
Ji berku her roj li bajarekî Kurdistanê welatiyek me tê şehîd xistin.
Hêvîdarim carek din Kurd ji dagirkeran re sîxûrtiyê nekin.”
Saman Tahir: Êrişên Tirkiye li dijî yasayên Navneteweyî ne
Saman Tahir da zanîn, dewleta Tirk piştî ku li çiyayên Kurdistanê hemû çekên qedexekirî li dijî gerîla bikaranî, niha jî li nava bajaran êriş dike û got:
“Divê em wek Kurd li beramberî van destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk şiyar bin.
Ev êriş li dijî hemû yasayên navdewletî ne.”
Çalakvan Hisên Ezîz: Dewleta Tirk zarokên Kurdan dike armanc
Çalakvan Hisên Ezîz li ser heman mijarê axivî û ev tişt anî ziman:
“Dewleta Tirk ji berê ve hertim dijbertiya doza rewa ya gelê Kurd kiriye.
Niha jî bi rêya êrişên asîmanî kesayetên xebatkar, çalakvan, rojnamevan û sivîlan hedef digre.
Di rojên dawiyê de êdî zarokên Kurdan jî hedef digre.”



