Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser bi rêya diyaloga navxweyî barê çareserkirina krîza Sûriyê hilgirt û got: “Erka nîştimanî li ser hikumeta Şamê ferz dike ku bersiva hewldanên Rêveberiya Xweser a lidarxistina diyalogê bide.
Divê diyalog zelal be û xwe bispêre berjewendiya gelê Sûriyê.”
Di 18’ê Nîsana 2023’yan de Rêveberiya Xweser beyanameyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ragihandibû û ji bo diyalogê bang li hikumeta Şamê kiribû.
Wê demê Rêveberiya Xweser diyar kir ku yekitiya xaka Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê ji bilî yekitiya welat nayên pêkanîn.
Her wekî dabû zanîn ew amade ye bi hikumeta Şamê û tevahî aliyên Sûriyê re hevdîtin û diyalogê bike.
Niha jî Ji bo destpêkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyê Rêveberiya Xweser hewldanên mezin dike.
Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê derbarê vê yekê de axivîn .
Ji rûspiyên eşîra El Bobene şêx Hisên El Maşî anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi rêya diyaloga navxweyî barê çareserkirina krîza Sûriyê hilgirt û got:
“Ger cidiyetek ji hêla hikumeta Şamê ve hebe dê ev yek bandoreke erênî li ser rewşa Sûriyê bike.
Tevahî Sûriyên li benda vê yekê ne.
Rûniştina sûriyan bi hemû beşên wê li ser maseya diyalogê dê bi xwe re derxistina dagirkeran ji Sûriyê bîne, her wiha dê destên derve di kar û barên Sûriyê de bi dûr bixe. ”
“Rûspî û şêxên eşîran daxwaza diyaloga navxweyî ya Sûriyê dikin”
Ji şêxê eşîra Tey şêx Mihemed Setût jî diyar kir ku rûspî û şêxên eşîran daxwaza diyaloga navxweyî ya Sûriyê dikin û ev yek anî ziman:
“Em tu destwerdanên derve naxwazin, divê çareserî ji hundirê Sûriyê de be.
Erka nîştimanî li ser hikumeta Şamê ferz dike ku bersivê bide hewldanên Rêveberiya Xweser ên lidarxistina diyaloga parastina aştiya xaka Sûriyê.
Dê ev yek bi tevahî aliyan bandoreke neyênî li ser gelê Sûriyê bike.”
“Divê Şam deriyê diyalogê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê veke”
Rûspiyê eşîra El Bo Sultan şêx Mahir El Hec Mihemed jî bang li hikumeta Şamê kir ku deriyê diyalogê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, veke û got:
“Divê diyalog zelal be û xwe bispêre berjewendiya gelê Sûriyê.”



