32. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bê lidarxistin.
TEV ÇAND wê bi çalakiyên xwe yên çandî û cihêreng çanda Kurdî ya rengîn û dewlemend li qada festîvalê nîşan bide.
Wê festîval bibe seknek li dijî qedexe û zextên li ser çand û zimanê Kurdî.
Di festîvalê de, bi çalakiyan wê dewlemendî û nirxên çandî û hunerî bên pêşkêşkirin.
Her wiha dê cil û bergên netewî yên kurdî jî bên pêşkêşkirin.
Li wir wê pêşangeh ji bo danasîna mîrateya çandî û mîmariya Kurd bên vekirin.
Weke peyameke xurt a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û zimanê Kurd, wê muzîk û govenda Kurdî bê nîşandan.
32. Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî wê çanda Kurdî bi folklor û muzîka xwe ya dewlemend nîşan bide.
KCDK-E’yê ji bo tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bang kir



