Tevgera Çand û Huner ya Kobanê li Navenda Xabûr a Çand û Huner ya li taxa Miftî ya Hesekê pêşangehek bi sernavê ʹBalblîsokên Rengînʹ vekir.
Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ de bi çavdêrî û rêxistinkirina Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li Hesekê pêşangehek vekir.
Di pêşangehê de tabloyên xwendekarên beşa wênesaziyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hatin pêşkêşkirin.
Di tabloyan de ruhê Şoreşa Rojava, fedakariyên di oxira vê şoreşê de hatine dayîn, dîmenên jina têkoşer, mozaîka civakî û pirrengiya çandî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin pêş.
Pêşangehê 2 rojan dewam dike.



