Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî biryara binpêkirinê ya DMME’ê ji bo Abdullah Ocalan dabû, civiya.
Konseya Ewropayê li vir têkildarî rewşa Rêber APo hişyarî da .
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî nerazîbûn nîşanî biryara têkildarê sîstema işkenceyê da û got:
“Ev biryar sûcên binpêkirina mafan a dewleta Tirk rewa dike.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê biryara Komîteya Wezîran a KE derbarê sîstema îşkenceyê daxuyaniyek da.
Hevserokatiyê di serî de biryar rexne kir û got:
“Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên qirkirina Kurdan bi cih tîne û ti rêgezên qanûn, exlaq û hiqûqê li ber çavan nagire.
Hem nehiştine ku Rêber Apo ji qanûna “Mafê Hêviyê” sûdê werbigire û hem jî li Îmraliyê sîstemeke tam a êşkence tê meşandin.
Bendewariya ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew bû ku, bêyî dem daba dewleta Tirk, bixwesta ku gav bavêje.
Bi nekirina vê re û dem dayînê re encameke helwesteke nediyar derxist holê.”
KCK: Ev biryar rewabûnê dide sûcên binpêkirina maf
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ev biryar rewabûnê dide sûcên binpêkirina maf û wiha domand:
“Di mijara Kurdan û Rêber Apo de, her çend bi awayekî eşkere dewleta Tirk maf binpêkiriye.
Sûcên giran pêk aniye jî an bêdeng mane yan jî qels tevgeriyane.
Beriya niha jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku Rêber Apo bi awayekî adîl nehatiye darizandin bi cih nehat anîn.
Diviyabû Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tavilê gav biavêta.
Diviyabû helwesta wan di vî alî de baya. Di vê wateyê de helwesta Komîteya Wezîran a KE qelse .”
KCK: Divê têkoşîn bê xurtkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî banga xurtkirina têkoşînê kir û got:
“Em ji vê derê bang li hemû sazî û kesayetên mafên mirovan diparêzin bi taybetî li hiqûqnasan dikin.
Nêzîkatiya li hember Rêber Apo, ancax bi pênasekirina sûcê li dijî mirovahiyê dikare bê ravekirin.
Em bang dikin ku li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletiya dîrokî helwesteke xurt nîşan bidin û li ser vê bingehê bikevin nava tevgerê.”



