Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di komxebata jineolojiyê ya li Wanê de axivî û got: “Jineolojî kodên 5 hezar salan ê baviksalarî lêkolîn dike û di heman demê de li dijî vê yekê zanisteke azadiya jinan derdixe holê.”
Kovara Jineolojiyê li Wanê komxebata bi dirûşma “Di sedsala 21’em de li dijî sîstema desthilatdar a mêr polîtîkaya têkoşînê û rêbazên wê” ji bo du rojan dom bike destpêkir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çigdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Sebahat Tuncel, Huda Kaya û gelek femînîst tevli komxebatê bûn.
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin axaftina vekirina komxebatê kir û wiha got:
“Îro jin li hemû cîhanê bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê jin di eniyên herî pêş ên berxwedanê de şer kirin.
Lê îro zîhniyeta mêraniyê hemû destkeftiyên jinan desteser dike.Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin.
Hemû destkeftiyên jinan encama têkoşîneke demdirêj e. Bi taybetî bi mezinbûna şer a piştî 2015’an, îro hemû destkeftiyên bi dest ketine di bin xeteriyê de ne.
Di tevahiya vê xeleka tundiyê de, bi taybetî li Kurdistanê qonaxeke tund a tundiyê heye.
Derya Aydin derbarê giringiya jineolijiyê de wiha anî ziman:
Jineoloji bi mîrata zanista jinê re hewl dide xeteke nû ya têkoşînê biafirîne.
Berxwedana jinê ya ku ev nêzî nîv sedsal e li Kurdistanê tê meşandin mîrasê wê ye.
Jineolojî jî hewl dide zanisteke nû ava bike. Zanist xizmeta kê dike gelek salan tê nîqaş kirin. Jineolojî kodên 5 hezar salan ên baviksalarî lêkolîn dike, armanc dike ku zanisteke azadkirina jinê pêşkêş bike.”
Komxebat bi mijara “Ji do heta îro Jineolojî: Çima-çawa” dewam bike.



