Bi daxwaza edaletê û pêkanîna biryara bi hejmara 2254 a NY’ê Jinên li Suweydayê roja Înê berê xwe dan qada Keramayê û ji bo azadî û rûmetê bang kirin.
Di dema çalakiyên protestoyî de Omaima Kamal teqez kir ku ew dest ji çalakiyên xwe bernedin û got:
“jinên li qadan ji bo pêşeroja Sûriyê bixin bin temînatê bi hev re xwedî heman tevgerê ne.”
Maha Abu Raslan jî anî ziman ku ew saleke û u mehin li qada Keramayê daxwaza mafên xwe dikin û got:
“Rewşa heyî ji bo her kesê nebaş e. Malbatên ku ji nava çopê li warinê digerin hene.
Gelo ji vê rewşê xirabtir tiştek din heye.
Xizmetên li nexweşxaneyan jî xirab in û dibistan ji xwe ketine rewşa hilweşînê.”
Tagred El-Basît jî helwesta xwe ya ji bo azadiyê anî ziman û got:
“Em ê her dem li qadan bin ta ku em azadiyê bidest bikin.”



