Jinên Êzidî yên ku tevli cimayî ya Hesin Mama bûn diyar kirin ku ji bo wan tişta herî pîroz adet û teqalîtên wan in û gotin ku dê heta dawiyê rêûresmên xwe yên olî pêk bînin û biparêzin.
Bi derbasbûna meha destpêkê ya payîzê re cejna cimayî û nûkirina qûbeyan dest pê kir.
Her hefte roja pêncşem û înê bi dorê li qûban cejnên cimayî tên pîrozkirin.
Roja yekem, roja amadekariya ji bo cimayê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye.
Vê hefteyê jî Cejna Cimayî ya Hesin Mama bû ku li navenda Şengalê ye.
Têkildarî cimaya Hesin Mama jinên Êzidî axivîn.



