Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan der barê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin û kuştina Narîn Guran de axivî û got:”Ronîkirina kuştina Narînê wê gelek kuştinên li Kurdistanê jî ronî bike.
Em wekî TJA’yê heta ku bûyer neyê lêkolînkirin wê têkoşîna me bidome.”
Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bibû û cenazeya wê di 8’ê îlonê de Çemê Egertutmaz hatibû dîtin.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina Narîn de hatibû destpêkirin hatiye destpêkirin de dayika wê jî di nav de 11 kes hatin girtin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fidan der barê mijarê de nirxandin kir.
Adalet fîdan got polîtîkayên şerê taybet der barê tasfiyekirina civakê de ne û wiha dewam kir:
“Rastiyeke serdestan a dixwazin xwe li ser qadên çandî, polîtîk, leşkerî, civakî heyî bikin heye.
Dema em rastiya pergala baviksalar dipîvin yên herî zêde tên binpêkirin jin, zarok û xweza ye.
Di vî alî de di mijara destdirêjî û kuştina zarokan de polîtîkaya bêcezahiştinê vê zîhniyetê xurt dike.
Di gelek dozên ku destê peywirdarên dewletê tê de ye de encamek nayê girtin.”
Adalet Fîdan daxuyakirin ku li Kurdistanê polîtîkayên asîmilasyonê di dewrê de ye û li dijî van polîtîyana jî têkoşîna jinan didome û wiha bi lêv kir:
“Têkoşîneke ku jin pêşeniya wê dikin heye. Di vê nokteyê de jin û zarok tên windakirin. Em dibînin ku jinên ji civakê re pêşengiyê dikin tên kuştin.
Di şexsê jin û zarokan de civak tê tunekirin.”
Adalet fîdan destnîşan kir ku divê kuştina Narîn tenê bi kuştina zarokekê sînordar nemîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Di serî de Erdogan, hemû daxuyaniyên rayedaran bi hev re dikeve nakokiyê.
Em mekanîzmayeke dewletê ya hewl didin serê bûyerê bigirin dibînin.
Kuştina Narîn em tenê bi qetilkirina zarokekê re sînor nabînin.
Ev mijar Tirkiyê eleqeder dike. Ronîkirina kuştina Narînê, wê gelek kuştinên li Kurdistanê jî ronî bike.
Em wekî TJA’yê heta ku bûyer neyê lêkolînkirin wê têkoşîna me bidome.”



