Li bajarê Birmingham ê eyaleta Alabama ya Amerîkayê êrîşkaran, êrîş birin ser komeke mirovan û di encamê de 4 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Karmendê Midûriyeta Polîsan a Birmingham di civîna çapemeniyê ya ku bi saetan piştî bûyerê hat lidarxistin de ragihand ku 3 kes li cihê bûyerê mirine û kesek jî li nexweşxaneya ku rakirine jiyana xwe ji dest daye.
Karmendê Muduriyetê anî ziman ku herî kêm çar ji birîndaran birînên metirsiya jiyanê ne.
Karmendê Midûriyeta Polîsan a Birminghamê diyar kir ku polîsan tu kes negirtine û bang li welatiyan kir ku agahiyek ku dibe sedema binçavkirina êrîşkaran bidin.
Gelek ajans, tevî Buroya Lêpirsînê ya Federal, di nav xebatên lêgerîn û lêpirsînê de ne.
Ekîbên agirkujiyê û ambulansê cihê bûyerê dorpêç kirin.
Li gorî malpera Gun Violence Archive, ji destpêka sala 2024’an vir ve herî kêm 403 gulebaranên komî li Amerîkayê hatine tomarkirin, ku di encamê de herî kêm 4 kes hatine kuştin.
Li Amerîkayê îsal ji ber êrîşên çekdarî herî kêm 12 hezar û 416 kes mirin.



