Beşar EL-Esed biryarnameya avakirina wezareteke nû ya hikûmeta Şamê erê kir.
Li kêlek israra hikumeta Şamê ya bê guhertinên ceweherî di warê siyasî û aborî de ev biriyar hate erêkirin.
Li gorî biriyarê, Besam Sebax bû wezîrê Karên Derve û Mihemed Xalid Rehmûn bû Wezîrên Kar û Barên Hundirîn yê hikûmetê
Her wekî Feysel Miqdad bû cîgirê Esed û li gorî wê, wê siyasetên derve û ragihandinê bimeşîne.
Hêjayî bîrxistinê ku şemiya bûrî Beşar El-Esed wezîrê berê yê Ragihandinê Mihemed Xazî Celalî erkdar kiribû ji bo avakirina wezareta nû.
Mihemed Celalî jî yek ji navên ku ji aliyê Ewropayê ve hatiye cezakirin.



