Polîsên dewleta Tirk a qirker, bi ser avahiya MED-DER’ê ku xebatên zimanê Kurdî dike û avahiya Payîz Pirtûkê de girtin.
Êriş û bipêkirinên dewleta Tirk ya dijî Kurd û saziyên Kurdan dewam dikin.
Polîsên dewleta qirker danê siharê li Amed a Bakurê Kurdistanê, bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek xebatkarên MED-DER’ê hatine binçavkirin.
Li avahiya MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.
Hêjayî gotinê ye ji sala 2017’an ve MED-DER li Amedê perwerdeya zimanê Kurdî dide.
Duh jî Wezareta Karên Navxweyî ya dewleta qirker a Tirkiyê, ji bo Zarokistanê ya ji aliyê Şaredariya Amedê ve ku hat vekirin, mufetîşan wezîfedar kiribû.


