Çalakvana sivîl Neîme El Sefih tevî hemû zehmetiyên ku di dema namzediyê de dîtine jî ji bo xurtkirina beşdariya jinan di warê siyasî de didomîne.
Neîme dibêje beşdariya jinan di hilbijartinan de dê gelek derfetan bi xwe re bîne.
Jinan teşwîqî namzediyê dikin û beşdariya wan di avakirina meclisa şaredariyan de dikin.
Têkildarî giringiya beşdariya jinan di qada siyasî de endama namzeda berê ye di hilbijartinên meclisa şaredariya Sewanî Benî Adem a li Rojavayê Terablusê û Çalakvana sivîl Neîma Amir El Sefih axivî.
Neîma Amir El Sefih da znaîn jin roleke girîng di karê xizmetê û rêveberiya xwecihî de dilîzin û got:
Ew kareke cidî li ser pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyan re û hêsankirina jiyana wan dikin.
Ev beşdarî dê şaristaniya çandî civakî bi xwe re bîne.
Jinên li Lîbyayê nîşandan ku ew dikarin di rêveberiyan de cih bigrin, beşdarî hilbijartinên parlamento û şaredariyan bibin.
Neîme El Sefih destnîşan kir ku tevî hemû astengiyên di dema namzediya wê ya ji bo hilbijartinên meclisa şaredariyan de jî tevî ku ewlehî li henek deran tunebû bi îsrar xebitiye.
Neîma El Sefih daxwaz ji jinên ku dixwazin xwe weke namzed nîşan bidin kir ku ruhê serpereştiya karê meclisa şaredariyê bi wan re hebe û wiha bi dawî kir:
Divê jin baş li pirsgirêkên welatiyan guhdarî bikin û bi rengekî cidî çareser bikin.



