43 meh in tu agahî ji ji Rêber Apo ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye nayê girtin.
414 jê yên parêzeran û 186 jî yên malbatê bi giştî 600 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin.
Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya bêsedem hatin redkirin.
Rêber Apo û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 43 meh in tu agahî nayê girtin.
600 serlêdan bê encam man
Rewşa Îmraliyê di lîteratura hiqûqa navneteweyî de weke “incommunicado” tê binavkirin.
Serlêdanên parêzer û malbatan ên li dijî vê rewşê dewam dikin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve herî hevdîtin Rêber Apo re nehatiye kirin.
414 jê yên parêzeran û 186 jî yên malbatê bi giştî 600 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin.
Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya bêsedem hatin redkirin.
Bangawazî
Zêdeyî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqên yên navneteweyî ji bo Rêber Apo ji Wezareta Dadê re name şandin.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin. Parêzeran xwestin ku biçin Girtîgeha Îmraliyê.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa biryar girtin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî 3 salan careke din biryara DMME’yê ya der barê Rêber Apo ku di sala 2014’an de dabû û gotibû “mafê hêviyê” ji ber cezayê heta hetayê tê binpêkirin, xist rojeva xwe.
Komîteyê di civîna xwe ya di navbera 17-19’ê Îlonê de li dar xist de biryara “binpêkirinê” nirxand.
Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku demildest tedbîrên pêwîst bigire.
Komîteyê hişyarî da ku ger gav neyên avêtin dê di civîna Îlona 2025’an de biryara navberê bê amadekirin.
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



