Kongra Star têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir biryar wek erêkirina pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê ye û got:
“Divê komîte li biryara vegere.
Em bang li civata navneteweyî, NYʹyê û saziyên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe li hember binpêkirinên li dijî Rêber Apo pêk tên û ʹmafê hêviyêʹ rabin.”
Kongra Star têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî rewşa Rêber Apo daxuyaniyek da.
Kongra Star diyar kir ku Rêber Apo teoriya neteweya demokratîk û konfederaliya Rojhilata Navîn a demokratîk pêşkêş kir û got:
“Berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo ji 26 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de raber dike, bersiva siyaseta qirkirina siyasî, leşkerî û çandî ye ku rejîmên cîhanê yên hegemon û alavên wê li ser herêmê dimeşînin.
Rêber Apo azadiya jinan û rola wan ya teware û sereke wek bingeha pêkanîna civaka polîtîk-exlaqî dît.”
“Biryara Komîteya Wezîran mîna erêkirineke binpêkirinên li Îmraliyê ye”
Kongra Star destnîşan kir ku di serî de rejîma Erdogan, li dijî gelê Kurd û gelên banga azadiyê dikin, van binpêkirinan dimeşînin û wiha domand:
“Pergala êşkence û tecrîdê ya li dijî Rêbertî bi bihane û hincetên derew tu têkiliya xwe bi nirxên mirovî û prensîbên mafên mirovan re tune ye.
Ew yek nîşaneya zîhniyeta faşîst û destpotiya AKP-MHPʹê ye.
Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mîna erêkirineke tiştên li Îmraliyê e.”
“Divê Civata Navneteweyî û NY bi erkên xwe rabin”
Kongra Star bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku li biryara xwe vegere û wiha pê de çû:
“Em bang li civata navneteweyî, NYʹyê û saziyên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe li hember binpêkirinên li dijî Rêber Apo pêk tên û ʹmafê hêviyêʹ rabin.
Her wiha em bang li tevahî hêzên sosyalîst, demokratîk, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku tev bigerin û têkoşîna hevbeş xurt bikin.”
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



