Endama Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrîn-Şehbayên Heyhan Elî têkildarî binpêkirinên li efrînê rêne kirin bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest destwerdanê bikin û sûcên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve têne kirin rawestînin.
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên dirêdayî wê ve roj ji roj kiryar û siyaseta guhertina demografîk li ser herêmê tên meşandin.
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrîn-Şehbayên Heyhan Elî derbarê suc û kirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî jin û xwezaya efrînê dikin nirxandin kir.
Heyhan Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya qirkirina gelan û guhertina demografiya herêmê her diçe zêdetir dike û wiha anî ziman:
“Ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve heta niha şêniyên wê rûbirûyî binpêkirinan dimînin.
Ev yek li dijî zagon û pîvanên navneteweyî ne.
Dewleta Tirk a dagirker şer bi xwezaya Efrînê re jî dike. Daran dibire û jîngehê dirûxîne.”
Heyhan Elî ragihand ku li Efrîna dagirkirî zêdetir jin rastî kiryarên xirab tên û got:
“Li Efrînê û hemû deverên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin rojane kiryarên hov û dijmirovî tên kirin.
Ji destpêka dagirkerina ve hejmara jinên ku li Efrînê hatine revandin gihîştiye zêdetirî 1200 jinan û heta niha çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.”
Fatma Letko: Divê Rêxistinên Mafê Mirovan bi erka xwe rabin
Li aliyekî din endama Meclisa Gelan a herêma bakur-rojhilatê Sûriyê Fatima Lekto jî da zanîn ku her roj herêmên ku hatine dagirkirin weke Efrîn, El-Bab, Iraz, Cerabulus binpêkirinên cûda tên eşkerekirin.
Fatima Lekto bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, jinan û navneteweyî kir ku destwerdanê bikin da ku sûcên li Efrînê tên kirin rawestînin.



