Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li Qamişlo têkildarî Komploya Navneteweyî semînerek da.
Endamê Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî li bajarê Dirbêsiyê bi kesên ku Rêber Apo rûniştine civiyan.
Aliyan teqezî bi dewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbe Apo kirin.
Li aliyekî din jî, bernameya rêze-çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî li bajarê Qamişlo û Hesekê hat eşkere kirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina Komploya Navneteweyî xelkên herêmê bi her cureyên çalakiyan bê sekin û hedanin.
ji bo vê yekê jî, Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li Qamişlo sermînerek da.
Li wir, parêzer û endamê însiyatîfê Mihemed Emîn Nehîmî diyar kir armanca dewleta Tirk û dewletên komploger, tunekirina gelên Kurdistanê, zimanê kurdî û nasnameya kurdî ye.
Beşdaran jî destnîşan kir ku bi komployê xwestin Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bikin, lê ev komplo bi ser neket û nekarî gel ji Rêber Apo dûr bixe, komplo negihaşt armanca xwe.
Dawiyê, beşdaran soz da ku ewê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan biparêzin.
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi şêniyên Dirbêsiyê re civiya
Îro jî Însiyatîfê li bajarê Dirbêsiyê bi kesên ku Rêber Apo dîtine, civiyan.
Di rûniştinê de, şêniyan behsa civînên li gel Rêber Apo kirin û diyar kirin ku bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne û dê li ser rêya wî têkoşînê dewam bikin.
Insiyatîfa gel bernameya rêze çalakiyan eşkere kir
Insiyatîfa gel jî bi heman armancê bernameyê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî li bajarê Qammişlo eşkere kir.
Insiyatîfê diyar kir ku wê ji 1’ê Cotmehê heya 4’Cotmehê li bajarê Girbawî, taxên Korinîş, Hilêliyê, xerbî, Qidûrbek û Hîmo civîn bên li darxistin.
Her wiha li bajarê Hesekê jî wê çalakî bên li darxistin.
Li gorî bernameyê, wê li Til Micdel, Til Tewîl, bajarokê Tiwêna, Mexrûm, Til Bêder û Sifeya bên li darxistin.
Li ser vê yekê jî Insiyatîfê bang li hemû gelên herêmê kir ku tevlî çalakiyan bibin.



